'Wî welatî' yekem satelayta xwe ya sîxurî avêt
PeyamaKurd – Koreya Başûr peyka sîxuriyê ya ku bi rokêta bi navê "Falcon 9" ku ji aliyê şîrketa fezayê ya Amerîkayê SpaceX ve hatiye hilberandin, avêt.
Li gorî nûçeya Yonhapê, Wezareta Parastinê ya Koreya Başûr ragihand, peyka sîxuriyê ya bi roketa "Falcon 9" ji Baregeha Hêza Fezayê ya Vandenberg a li eyaleta Kalîforniya ya Amerîkayê hat avêtin.
Roket piştî ku bi saeta herêmî saet 10.19an rabûna xwe temam kir, 4 deqîqe şûnda peyka sîxurî şand orbitê.
Destpêkirin bi zindî li ser malpera SpaceX hate temaşe kirin.
Koreya Başûr dixwaze heta sala 2025an çar peykên radarê yên din bişîne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin