Ji 'wî welatî' gava fezayê: 3 satelayt hatin avêtin!
PeyamaKurd – Çînê bi roketa xwe ya bi navê "Cucue-2" (ZQ-2) ku ji metana şil tê şewitandin 3 peyk şand fezayê.
Li gorî nûçeya Şînhuayê, peykên Honghu, Honghu-2 û Tienyi-33 (TY-33) ji Navenda Satelîtê ya Ciuchuen a li Çola Gobîyê hatin avêtin.
Roketa ku ji hêla LandSpace ve hatî hilberandin, pargîdaniyek taybet a asmanî ya ku navenda wê li Pekînê ye, sê peykên li Gergeha Hevdem a Sunê li bilindahiya 460 kîlometre ji erdê bi cih kirin.
Ev avêtin duyemîn mîsyona veguhestinê ya serkeftî bû ku bi rokêta Cucue-2 pêk hat.
Cuchue-2 ku metana şil wek sotemenî û oksîjena şil wek oksîjen bikar tîne, rokêta yekem a cîhanê ye ku bi enerjiya metanê dixebite.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin