Lapid: Hewil didin, Rojhilata Navîn bisewitînin!

09 April 2023 18:00 0 dîtin
Lapid: Hewil didin, Rojhilata Navîn bisewitînin!

PeyamaKurd- Serokwezîrê berê yê Îsraîlê û serokê partiya opozîsyonê Yair Lapid diyar kir ku rageşiya li Mescîda Eqsayê zêde bûye, ji ber berpirsyariya hikûmetê negirtiye ser xwe; Wezîrê Ewlekariya Neteweyî Îtamar Ben Gvir, bi "hewldana şewitandina Rojhilata Navîn" tawanbar kir.

Lapid, li ser rageşiya li Mescîda Eqsayê ya vê dema dawî li Qudsa Rojhilat, ji ber êrîşên li pey hev ên polîsan zêde dibin, ji Radyoya Îsraîlê re axivî.

Yair Lapid ku tundiya polîsên Îsraîlê yên li dijî kesên ku li Eqsayê di Îtikafê de ne bi "bêberpirsiyariya hikûmetê" ve girê da û wiha got: "Heger ev der bi berpirsyariya kesê herî tundrew re bê hiştin, dê wisa bibe."

Serokwezîrê berê Lapid, ji bo Wezîrê Ewlehiya Neteweyî yê Îsraîlê Ben-Gvir got, "Palyaqosê, Tik Tok tenê dixwaze agir bi Rojhilata Navîn bixe."