Rûsya û Îran berê Amerîkayê didin ser Rojhilata Navîn...
PeyamaKurd – Hewldanên Rûsyayê yên Sûriyê yên derxistina hêzên Amerîkayê û êrîşên Îranê yên li Tengava Hurmuzê li ser keştiyên bazirganî hiştiye ku Amerîka hêzên xwe yên li wan herêman zêde bike.
Wezareta Berevaniya Amerîkayê (DYA) ragihand ku wan hêzên xwe yên deryayî (Marine Corps) li Rojhilata Navîn zêde kirine û li gorî medya Amerîkî ev ji bo bersivdana hewldanên Îranê yên li ser serweriya keştiyên bazirganiyê ye.
CNNê ragihandiye ku mebesta Pentagonê bi belavkirina hêzên xwe, ji bo bersivdana hewldanên Îranê yên gefxwarinên li dijî bazirganiya li Tengava Hurmuz û ava derdora wê ye.
Pentagonê daye xuyakirin ku ew ê balafirên F-35, F-16 û keştiya şer a USS Thomas Hudner bişîne Rojhilata Navîn û dê bazirganiya navneteweyî biparêzin.
Li aliyê din Rûsya jî hewl dide ji bo derxistina hêzên Amerîkayê li Sûriyeyê zextan li Washingtonê bike ku ajanseke Rûsyayê li ser zimanê cîgirê serokê navenda Rûsyayê ya lihevanînê li Sûriyeyê amîral Oleg Gorenov ragihandiye ku balafireke Rûsyayê rastî tacîz ′pergala birêvebirinê′ ya balafirên F-16 ên Hevpeymaniya Navneteweyî hatiye.
Gorenov gotiye ku di dewriyeyeke rûtîn de ev bûyer û rû daye û ti hurgilî nedane ku bi rêya vê ragihandinê Washingtonê tawanbar dike.
Hêjayî gotinê ye, di demên dawî de Amerîkayê li ser van hewldanên Rûsya û Îranê yên li Rojhilata Navîn biryar daye hêzên xwe yên li Sûriyeyê jî zêdetir bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin