Lavrov bi sedema vekisîna ji INF ê hisyarî da Amerîkayê
PeyamaKurd- Wezîrê karên derve yê Rûsyayê Lavrov got: “Vekişîna Amerîkayê ji peymana fuzeyên antî balîstîk û INF ê, dibe ku bi sedema çekdarbûneka berberfireh di dinyayê de.”
Lavrov axaftina xwe ji baregeha Cenewreyê ya Neteweyên Hevgirtî kir ku vê dewrê Serokatiya ‘Konferansa Bêçekdarbûnê’ Amerîka dike. Rûsya bo kontrolkirina çekan, banga xwe li Amerîka û welatên rojava kir da xebata xwe dewam bikin ku di dinyayê de çekdarî çênebe. Lavrov weha got:
“Hêza me ya hemûyan ya zanistê heye ku em krîza helbikin, kontrola balavbûna sîlihan bikin, sîstema peymanên nû yên navdewletî bikin.”
Do di konferansê de cîgirê sekreterê wezareta karên derve yê Amerîkayê gotibû ku Rûsya axa welatên xwe yê cîran tehdîd dike û tehdîdê li ser asayîşa bingeha Awrûpayê dike. Lavrov bi sedema vê mijarê ragihand ku van gotinan rast nînin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin