Lavrov du caran terka salona Lûtkeya G20an da

08 July 2022 19:25 0 dîtin
Lavrov du caran terka salona Lûtkeya G20an da

PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ku beşdarbûna wî rastî bertekên welatên rojavayî hatiye, li bajarê Balî yê Endonezyayê du caran dema axaftinan ji salona Lûtkeya G20an derket.

Hat zanîn ku dema axaftina Wezîra Derve ya Almanya Annalena Baerbock ku ji ber şerê Ukraynayê rexne li Moskowê digirt, Lavrov terka salonê daye.

Herwiha li gorî çavkaniyên dîplomatîk ên ji AFPê re axivîne, Lavrov dema axaftina vîdyokonferansê ya Wezîrê Derve yê Ukraynayê Dmitro Kuleba jî terka salonê daye.

Dîsa dema axaftina Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken jî Lavrov neçûye eywana lûtkeya G20an.

Hat diyarkirin ku Amerîkayê ligel hevpeymanên xwe li Lûtkeya G20an fişara ser Rûsyayê ya bo rawestandina dagirkeriya Ukraynayê zêde kiriye.