Lehî bû sedema mirina 8 kesan
PeyamaKurd – Li Afxanistanê barîna baranê bû sedema mirina 8 kesan û birîndarbûna 6 kesan. Barana zêde li eyaleta Nagarpakarê ya Afxanistanê bariya û piştî baranê lehî rabû. Di encamê de 8 kes mirin û 6 kes birîndar bûn.
Serokê rêvebiriya Afet û Rewşa Lezgîn ya Afxanistanê Karî Seyfullah got ku ji 6 kesên mirine 4 ji wan bi sedema baranê banê xaniyên wan bi ser wan de ketine û zarok in. Gelek xanî jî di bin avê de mane û xanî ji baran û lehiyê xesarê dîne.
Di yekşema borî de li eyaleta Parwanê ya Afxanistanê ji ber lehiyê 17 kes miribûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin