Li Nîjerê lehî bû sedema mirina 44 kesan
PeyamaKurd – Li welatê Afrîkayê li Nîjerê bi sedema barana zêde di rabûna lehiyê de 44 kes mirin. Li gor ragihandina wezîrê karên hundir; bi sedema barana zêde, ji ber lehiyê 45.768 kes bandora neyînî dîne.
Ji ber lehiyê her weha 5.218 xanî xesarê dîne, 44 kes mirine û 34 kes birîndar bûne.
Li Nîjerê di navbera mehên hezîran û êlûnê de gelek caran lehî radibe û dibe sedema mirin, birîndarî û û xerabûna avahiyan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin