Leskerên kirêkirî yên Rûsî li cihê hêzên Fransî bicih bûn!
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku koma Wagner a leşkerî rûsî yên kirêkirî li bajarê Timbuk ê welatê Maliyê bicih bûn ku Fransayê hêzên xwe ji wir vekişandibû.
Berdevkê Artêşa Maliyê eşkere kir ku hêzên Wagner dest bi bicihbûna li nav Timbukê kirine û herwiha wan ji hêzên rûsî balafir û alavên leşkerî jî kirîne ku dê hêzên rûsî hêzên Maliyê ji bo şer perwerde bikin.
Hêjayî bibîrxistinê ye, Fransayê di dawiya meha Kanûna 2021ê de hemû hêzên xwe yên bakurê Maliyê yên li bajarên Timbuk, Tessalih û Kidalê vekişandibûn û baregehên xwe vala kiribûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin