Leskerên Tirk kolberê Kurd li ser sînorê Rojhilat û Bakurê Kurdistanê kust
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku hêzên Tirkiyê li nêzîkî bajarê Makû yê Rojhilatê Kurdistanê kolbererkî kurd dan ber guleyan û ew kuştin.
Malpera Rêxistina Mafên Mirovan Hengawê ragihand, hêzên Tirkiyê îro 21ê Hezîranê li ser sînorê navbera Bakûr û Rojhilat û li nêzîkî bajarê Makû kolberekî kurd bi navê Ezîz Mihemedzade kuştin.
Hengawê diyar kiriye ku ew kolberê di encama gulebaranê de can daye, xelkê gundê Qizil Erex yê Makû bûye.
Di sala 2021ê de, heta niha herî kêm 3 kolberên kurd yên Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê hêzên Tirkiyê ve hatine kuştin û 3 kolber jî birîndar bûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin