Letîf Resîd bertek ji êrîsên asmanî yên Tirkiyê re nîsan da

02 October 2023 20:53 0 dîtin
Letîf Resîd bertek ji êrîsên asmanî yên Tirkiyê re nîsan da

PeyamaKurd - Serokomarê Iraqê Letîf Reşîd li ser êrîşa asmanî ya şeva borî ya Tirkiyê li na Herêma Kurdistanê ya bi ser binkeyên PKKê de, daxuyanî da.

Letîf Reşîd li ser êrîşa asmanî ya piştî êrîşa PKKê ya li Enqereyê ji medya Erebî re axivî û got ku divê rêz li serweriya erda Iraqê bê girtin.

Reşîd diyar kir ku binpêkirinên Tirkiyê dibin sedema mirina sivîlan û got, ew wan êrîşên bi balafirên şer yên rojekê dewam kirine qebûl nakin.