Letîf Resîd: Ji aliyê Tirkiye û Îranê ve girtina avê, metirsî li ser ewlehiya ava Iraqê çêkirine

03 November 2022 14:57 0 dîtin
Letîf Resîd: Ji aliyê Tirkiye û Îranê ve girtina avê, metirsî li ser ewlehiya ava Iraqê çêkirine

PeyamaKurd – Serokomarê Iraqê Letîf Reşîd di kongreya lûtkeya welatên Ereb de diyar kir, ji aliyê Tirkiye û Îranê ve girtina avê, metirsî li ser ewlehiya ava Iraqê çêkirine û asta avê daketiye.

Serokkomarê Iraqê Reşîd di 31em Lûtkeya welatên Ereb ya ku li Ceyazîrê pêk tê de axivî û got, bendavên Îran û Tirkiyê yên li ser avên diçin li ser rûbarên diherikin Iraqê çêdikin û ev yek bûne sedema metirsiya li ser ewlehiya ava Iraqê û daketina asta wê.

Herwiha Serokomarê Iraqê Letîf Reşîd da zanîn: “Hêvîdar in ku çavkaniya avê li Iraqê pêşbikeve. Herwiha guftûgo li gel Tirkiyê û Îranê ji bo çareserkirina pirsgirêka avê hebe.”