Tirkiye | Meha Hezîranê 40 jin ji aliyê mêran ve hatin kustin

07 July 2019 18:05 0 dîtin
Tirkiye | Meha Hezîranê 40 jin ji aliyê mêran ve hatin kustin

PeyamaKurd – Platforma bi navê ‘Emê Kuştinên Jinan Rawestînin’ amarên jinên ku ji aliyê mêran ve hatine kuştin ên meha Hezîrana 2019an eşkere kirin.

Li gorî rapora platformê tenê di meha Hezîranê de herî kêm 40 jin bi destê mêran hatine kuştin û di wê maweyê de herwiha îstismarkirina zarokan û tundiya destwerdana zayendî jî dewam kiriye.

Di raporê de tê gotin, di şeş mehên ewil ên sala 2019an de, herî kêm 214 jin hatine kuştin.

8 jinên di vê mehê de hatine kuştin jî wekî mirina bi guman hatine tomarkirin û 21 ji wan jî nehatiye tesbîtkirin bê çima hatine kuştin. Dîsa du jin bi bihaneyên rewşa debarê û aboriyê û 9 jinên din jî ji ber ku xwestine azad û serbixwe bijîn hatine kuştin.

Li gorî raporê piraniya kuştinên jinan li bajarên Tirkiyê yên wekî; Stenbol, Çorum, Mersîn, Konya û Enqerê rû dane û di piraniya wan de jî çek hatine bikaranîn.

Di rapora Platformê de navê jinên meha Hezîranê hatine kuştin wiha ne:

Adalet Ş., Kezban Yıldız, Fatma Akkaya, Fıruza Akhmedova, Tuğba Ekiz,Emel Yalçın, Elif Özden Uzun, Sarantuya Tsendsuren, Melek Yılmaz,Şengül G.,Ketevan Katamadze Dönmez,Derya H.,Asiye M.,Fatma Aybar, Firdevs S.,Remziye Bakımlı, Defne,Şeyma Sarı, Şener Akyurt, Tuğba Sarı, Derya Yörükoğlu,Gülnur Y., İnayet Ç., Filiz Kaplan, Dilek Öksüz,Derya Oğan, Filiz Sarı, Gökcen Şişman, Nazan Kırkgöz, Emine Uyulur, Habibe Çevik, Melek A., Fatma Akdağ, N.S., Saadet Kayaöz, Satı Gündür, Bağdat Dahır, Vicdan Ürgüp, Güzin Şener, Aygül G.