Leyla Zana: Em rêya sêyemînin
PeyamaKurd - Siyasetmedara Kurd Leyla Zana di çarçoveya xebatên hilbijartinê yên DEM Partiyê de li Batmanê axivî û got: “Em ne li aliyê hikûmetê ne jî li aliyê opozisyonê ne. Em rêya sêyemîn in. Em, em in."
Leyla Zana li Batmanê beşdarî civîna gel a li ber navenda hilbijartinê ya DEM Partiyê bû.
Zana di civîna gel a girseyî ku li navenda bajar kom bûn de jî wiha got: “Dibêjin Batman tevlîhev bûye. Ez dibêjim na, tu hêz nikare Batmanê tevlîhev bike. Batman xwedî mîrateke paqij e. We Edîp Solmaz wek kesê yekem ê vê xakê hilbijart û kir şaredar. Me Wedat Aydin ji bîr nekir. Me Mehmet Sîncar, Habîp Kiliç, Sidik Tan, Metîn Ozdemîr ji bîr nekir.
Zana banga yekîtî û piştgirîdayîna hev li gel kir û dom kir: “Em ji hev re rêzdar bin û ji hev hez bikin. Em her dem piştgiriyê bidin hev. Em ne li aliyê hikûmetê ne jî li aliyê opozîsyonê ne. Em rêya sêyemîn in. Em, em in."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin