Li 10 bajaran heta 1ê Adarê perwerdehî hat rawestandin

12 February 2023 16:54 0 dîtin
Li 10 bajaran heta 1ê Adarê perwerdehî hat rawestandin

PeyamaKurd – Wezareta Perwerdê ya Tirkiyê ragihand ku ji ber erdhejê li 10 bajaran heta 1ê Adarê wê dibistan, xwendingeh û zanîngeh perwerdehiyê nedin.

Wezîrê Wezareta Perwerdê Mahmut Ozer, îro 12ê Sibatê Yekşemê da xuyakirin ku li 10 bajaran ji bo perwerdê heta 1ê Adarê navber hatiye dayîn.

Ozer got ku wê li 71 bajaran 20ê Sibatê perwerde dest pê bike, li 10 bajarên bandora erdhejê çêbûye jî heta 1ê Adarê perwerdehî hatiye rawestandin ku wê piştre perwerdeya dudemî dest pê bike.

Hêjayî gotinê ye, piştî erdhejên 6ê sibatê yên bi pileyên 7,7 û 7,6 yên Pazarcik û Elbistan a Mereşê, felaketeke mezin a mirovî rû daye ku heta niha nêzî 25 hezar mirin û bi qasî 100 hezar birîndar hatine tomarkirin.

Piştî erdhejê li 10 bajarên Mereş, Kilîs, Amed, Edene, Dîlok, Osmaniye, Riha, Semsûr, Meletî û Hatayê rewşa awarte hatibû ragihandin.