Li 4 parêzgehên li herêma erdhejê dibistanan dest bi perwerdehiyê kirin
PeyamaKurd – Li Mereş, Semsûr, Hatay û Meletiyê yên ku erdhej lê çêbibûn, piştî 49 rojan perwerde û hîndekarî gav bi gav destpê kir.
Li 4 parêzgehên ku di erdhejên Mereşê de wêraniya herî giran pêk hat, xwendekar dest bi dibistanên xwe dikin.
Li gor zanyariyan, piştî xebatên nûkirin û temîrkirinê li dibistanên navçeya Andirinê ku 3 hezar û 101 xwendekar lê hatin qeydkirin temam bûn, zengila dibistanê ji bo xwendekaran hat lêdan.
Perwerdeya ku dihat plankirin di 6ê sibatê da piştî betlaneya serdemê ya li bajêr destpê bike, ji ber erdhejê hat taloqkirin.
Ji aliyê din ve hat hînbûn ku wê li 9 navçeyên Mereşê roja destpêkirina perwerde û hîndekariyê ji aliyê walîtiyê ve bê ragihandin.
LI MELETÎYÊ LI 8 NAVÇEYAN PERWERDE DESTPÊ KIR
Li Meletiyê zengila dibistanê piştî 49 rojan wê ji bo xwendekaran bê lêdan. Xwendekarên 8 navçeyan wê ji cihê ku lê hiştibûn perwerdeya xwe bidomînin.
Li navçeyên Arapgir, Arguvan, Hekîmhan, Darende, Doganyol, Pûtûrge, Kale û Yazihanê wê perwerdeya rû bi rû destpê bike.
Li Hatayê li 7 navçeyan li 494 dibistanan amadekarî hatin temamkirin.
Li navçeyên Altinozû, Arsuz, Dortyol, Erzîn, Reyhanli, Payas û Yayladagi wê zengil bê lêdan.
Li 5 taxên Semsûrê maseyên dibistanan li benda xwendekarên xwe ne. Perwerde wê li Çelîkxan, Kahta, Gerger, Samsat û Sincikê berdewam bike.
Li navenda bajêr jî ji bo xwendekarên erdhejzedeyan sinifên kon hatin vedan.
Xwendekar wê li Kampusa Perwerdehiya Çand û Piştgiriya Civakî ya Beşpinarê dest bi dersê bikin.
Xwendekarên li bajarên konteyniran û konan dimînin wê bi sewqê ber bi kampusa perwerdeyê ve bên veguhestin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin