Li 9 gundên Efrînê 9 hezar zêdetir Tirkmen û Ereb hatine bicihkirin

09 May 2021 19:41 0 dîtin
Li 9 gundên Efrînê 9 hezar zêdetir Tirkmen û Ereb hatine bicihkirin

PeyamaKurd – Ji dema dagirkirina Efrînê ve guhertina demografiyaya bê navber berdewam dike. Heta niha tenê li nav 9 gundên herêma Efrînê li cihê 8.800 Kurdên hatine derxistin, 9.075 Ereb û Tirkmenên ji derve hatine anîn, hatine bicihkirin.

Piştî ku Ereb û Tirkmenên hawirde di nav malên Kurdan de hatine bicihkirin jî niha projeyên avakirina xaniyan li gelek deverên herêma Efrînê berdewam dike.

Li gorî amaran beriya dagirkirina Efrînê hejmara nifûsa kurdan ji sedî 98 bû, lê niha ji ber guhertina demografiyayê ku tawaneke dijî mirovahiyê hejmara kurdan gelekî daketiye.

Ofîsa ragihandina Partiya el Wehde li Efrînê li ser hejmara nişteciyên hawirde li hin gundan amarên guhertina demografiyayê ji aliyê Tirkiye û komên çekdar ve belav kirin:

Hejmara nişteciyên gundê Meydan Ekbesê 1800 bû, niha 500 mane, 2000 hawirde lê niştecî kirine.

Hejmara nişteciyên gundê Dêrsiwanê 1800 bû, niha 500 mane, 2000 hawirde lê niştecî kirine.

Hejmara nişteciyên gundê Îska 1250 bû, niha 400 mane, 1000 hawirde lê niştecî kirine.

Hejmara nişteciyên gundê Ereba 1400 bû, niha 800 mane, 500 hawirde lê niştecî kirine.

Hejmara nişteciyên gundê Qîbarê 1200 bû, niha 570 mane, 500 hawirde lê niştecî kirine.

Hejmara nişteciyên gundê Basûtê 3200 bû, niha 1800 mane, 1500 hawirde lê niştecî kirine.

Hejmara nişteciyên gundê Birc Evdalo 800 bû, niha 150 mane, 400 hawirde lê niştecî kirine.

Hejmara nişteciyên gundê Feqîra ku Êzidî ne 440 bû, niha 130 mane, 325 hawirde lê niştecî kirine.

Hejmara nişteciyên gundê Qude 2000 bû, niha 240 mane, 850 hawirde lê niştecî kirine.