Li Afrîkaya Basûr 3 kesîs bi kêran hatin kustin

13 March 2024 13:54 0 dîtin
Li Afrîkaya Basûr 3 kesîs bi kêran hatin kustin

PeyamaKurd - Hate ragihandin ku li Afrîkaya Başûr, li dijî keşîşên Misirî hêrişeke bi kêr pêk hat. 

Diyar bû ku di encama bûyera ku li dêreke Krîstiyanan a li bajarê Johannesburgê yê Afrîkaya Başûr pêk hatiye de 3 keşîşên Misirî bi derbên kêran hatine kuştin.

Hate gotin ku keşîşek jî ji heman hêrişê birîndar filitiye.

Dêra Ortodoks a Qiptiyan a Komara Afrîkaya Başûr bi rêya hesabê xwe yê Facebook agahiyên di derbarê hêrişa bi kêran parve kir.

Hat ragihandin ku li ser bûyerê lêpirsin hatiye destpêkirin.

Polîsê Afrîkaya Başûr da zanîn ku hîn nasnameya hêrişkaran diyar nebûye.

Her wiha hate ragihandin ku hêrişkar, bêyî ku tiştekî ji dêrê bidizin reviyane.