Li Agiriyê di TIRekî de 85 koçber hatin girtin
PeyamaKurd – Rêvebiriya têkoşîna bi karên qaçax û deriyên sînor yê bajarê Agiriyê xeberê sitendin ku ajotvanê TIRekî ku alava wî bi konsantra çinko sulfur barkiriye û wê derbasî Tirkiyê bibe. Ajotvan wê li Bazîdê li Gurbûlaxê koçberên qaçax bar bike û dê wan bibe bajarê Sakarya, bajarê Anedolê.
Piştî agahî hat sitendin, li Agiriyê li noqta kontrolê TIRê dan rawestandin. Di TIRê de 83 koçberên Afganî û 3 koçberên Pakistanî hatin girtin. Ajotvanê TIRê yê Îranî jî xistin bin çav.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin