Li Amedê pevçûna çekdarî: 5 kes hatin kustin û 8 kes jî birîndar bûn

21 August 2019 10:54 0 dîtin
Li Amedê pevçûna çekdarî: 5 kes hatin kustin û 8 kes jî birîndar bûn

PeyamaKurd - Li navçeya Farqîn a ser bi Amedê ve, di navbera sê malbatan de alozî derket û alozî vegeherî pevçûneke çekdarî. Di pevçûnê de 5 kes hatine kuştin û 8 kes jî birîndar bûne.

Li gor zanyariyên destpêkê li gundê Gokçetevek a Farqînê, li mala Tekîn sê malbat bezîn hev û paşê bi çekan şer kirin. Di encama wî şerî de Aziz N. (22), Halise N. (22), Gokhan N., Edip O., û kesekî ku navê wî nehat zanîn jiyana xwe ji dest dan.

Hat diyarkirin ku 8 kesên din ên birîndar bo nexweşxaneyên Farqîn û Amedê hatin veguhestin.