Li Amerîkayê, teknolojiya aqilê çêkirî dê parêzeriyê bike
PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ji çapemeniya Amerîkayê hatin ragihandin, teknolojiya aqilê çêkirirî ya aîdê teknolojiya îstîxbaratê, dê di kar û barên şêwirmendiya dadrêsiyê de bê bikaranîn.
Hat diyarkirin ku ev teknolojî, dê di dozeke ku di meha sibatê de li Amerîkayê bê dîtin, bi rêbaza guhdarîkirina bi navbeynkariya berguhkê were bikaranîn û ev pergal parêzeriya bersûc bike.
Di agahiyên hatin ragihandin de hat diyarkirin ku ev rêbaz dê li ser têlefonekê bê bikaranîn û dê şîretan li bersûcan bike da ku xwe biparêzin. Lewra beriya doz bê dîtin, ev pergal dê di meha sibatê de li hêwana dadgehê guh bide axaftinan û dê tomar bike.
Hat zanîn ku cihê dadgehê û navê tawanbaran ji hêla pargîdaniya DoNotPay ve ku teknolojiya îstîxbarata çêkirî ya mijara gotinê pêşxistiye, nepenî tên girtin.
Li gelek welatên cîhanê, têlefon û amûrên ku bi înternetê ve girêdayî ne, ketina dadgehan qedexe ye. CEOya DoNotPayê Joshua Browder, diyar kir ku ew ê "standardên gihîştina guhdarîkirinê" yên ku bi berguhkê ve tên destûrdayîn bikar bînin da ku pergalê li derveyî qedexeyan ango bi rêyên yasayî bi kar bînin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin