Îsraîl di êrîsên asmanî de êdî ‘aqilê çêkirî’ bikar tîne...
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku êdî artêşa Îsraîlê di êrîşên asmanî de, aqilê çêkirî bikar tîne ku bi vî awayê hem ji demê qezenc dike hem jî êrîş bi vê teknolojiya pêşketî digihin armancên xwe.
Li gorî raporeke ajansa Bloombergê ku dispêre çavkaniyên berevaniyê yên Îsraîlê, Îsraîlê di êrîşên asmanî de, dest bi bikaranîna aqilê çêkirî kiriye û bi wê sîstemê zêdetir dane derbarê hedefan de têne tomarkirin û êrîş jî digihin hedefên xwe.
Hatiye diyarkirin ku aqilê çêkirî yê artêşa Îsraîl bikar tîne ji aliyê kompaniya Fire Factory ve hatiye pêşxistin û heta niha di gelek êrîşan de jî hatiye bikaranîn ku tê çaverêkirin di demên bê de zêdetir ew sîstem bê bikaranîn.
Li gorî nûçeyê ew sîstema aqilê çêkirî ya pêşxistina wê dewam dike, herwiha amadekarî ye ji bo şerekî mezin ê ligel Îranê û Hizbullaha Lubnanê jî.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin