Li Amûdê pêswaziya tîma jinan a sampiyonê Sûriyê hat kirin
PeyamaKurd - Tîma Futbolê ya Amûda ya Jinan ku 27ê Çileyê 2020an li seranserê Sûriyê bû şampiyon, doh 1ê Sibatê li Amûdê bi dîlan û lîlandinan hat pêşwazîkirin.
Xelkê bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê bi dîlan û lîlandin pêşwaziya tîma keçan ya topa piyan (futbol) ya Amûdê kir ku bûye tîma yekem li ser asta Sûriyê.
Tîma futbolê ya jinên Amûdê ji aliyê encûmena xwecihî ya Amûdê ya girêdayî ENKSê û rahênerê tîmê ve hatin pêşwazîkirin û spasiya welatiyan kirin ji bo pêşwaziya wan ya germ û soz dan hewil bidin serkeftinên din jî bi dest bixin.
Tîma Amûda ya Jinan a Futbolê îsal cara yekem beşdarî Lîga Sûriyê ya Futbolê bûye û di yariya dawî ya lîgê ku li Şamê li hember Tîma Ceremana lîst de hat lîstin de, bi encama 3 – 0 bi ser ket bû şampiyonê Lîga Sûriyê ya sala 2020an a tîmên jinan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin