Pistî aloziya lîstika tîma jinan a Amedspor û Fenerbahçe nijadperestîya Tirk car din rûyê xwe nîsan da!

03 April 2022 11:39 0 dîtin
Pistî aloziya lîstika tîma jinan a Amedspor û Fenerbahçe nijadperestîya Tirk car din rûyê xwe nîsan da!

PeyamaKurd – Tîmên futbolê yên jinan ên Amedspor û Fenerbahçe 2yê Nîsanê li Diyarbekirê derketin pêşberî hev ku di maça doh de bûyerên nexwestî rû dan. Piştî aloziya li qada futbolê ya Amedsporê nijadperestiya Tirk careke din rûyê xwe nîşan da û li ser medya civakî gelek parvekirinên heqaretkirinê û êrîşkirina ser kurdan hatin belavkirin.

Hakeman tevî ku maç heta xuleka 90î û 10 xulekên dirêjkirinê de 1-1 yeksanî hebû de, bi awayekî hîle penaltî dane tîma Fenerbahçe û di xuleka dawî ya yariyê de hiştin ku Amedspor bi encama 1-2 têk biçe.

Piştî neheqiyên li hember hakeman di qada futbolê de lîstikvan bi hev ketin û li gorî Amedsporê pêşî lîstikvan û berpirsên Fenerbahçeyê heqaret li lîstikvanên jin ên Amedsporê kirine û alozî piştî wê dest pê kiriye.

Hat diyarkirin ku di dawiya maçê de, rahêner û berpirsên teknîkê yên Fenerbahçeyê êrîşî lîstikvana Amedsporê Hêvîdar Odulyigit kirine û piştî wî li qadê alozî derketiye.

Rêvebirên Amedsporê dibêjin, tevî hemû rêzgirtin û mazûvaniya wan a bo tîma Fenerbahçe li Diyarbekirê jî berpirsên tîma jînên Fenerbahçeyê êrîş û heqaret kirine û hakem jî bi neheqî biryar dane daku tîma Amedspor di yariyê de bi ser nekeve.

Piştî bûyerên li qada Amedsporê ku dîmenên wan li ser medya civakî jî belav bûne nijadperstên tirk ketin nav tevgerê û gelek parvekirinên nijadperestî yên dijberiya kurdan dikin belav kirin û daxwaza bi temamî girtina Amedsporê wekî tag belav kirin.

Hêjayî gotinê ye, beriya niha jî gelek caran tîma Amedsporê li bajarên Tirkiyê yên rastî êrîşên nijadperestî hatibû û bi ser de tîma Amedsporê ji aliyê Federasyona Futbolê ya Tirkiyê ve hatibû cezakirin.