Talîbanê pistî qedexekirina perwerdeya bilind bo jinan, doktorê mêr jî li wan qedexe kir
PeyamaKurd – Rêveberiya Talîban a Afganistanê piştî ku xwendina bilind li jinan qedexe kir, niha jî doktorê mêr bo tedawîkirina jinan qedexe kir.
Çalakvanên mafên mirovan dibêjin, heger jin nikaribin bibin doktor û doktorên mêr jî jinan tedawî nekin, wê yekser jin terkî mirinê bên kirin.
Piştî ku Talîbanê perwerdeya zanîngeh û zankoyan li keç û jinên Afgan qedexe kir, gelek welatan bertek nîşanî wê biryarê dabûn û rêveberiya Talîbanê jî ragihandibû ku ew biryara wan demkî ye.
Niha jî li nexweşên jin çûyîna ber doktorên mêr hat qedexekirin ku ev biryar wekî neîslamî û dijî mafên wergirtina tenduristiyê tê nirxandin.
Herî dawî ajansên cîhanî belav kirine ku li dikanên cilûbergên jinan ên Afganistanê ji ber qedexeya Talîbanê serê mankenan tê nixumandin û heta Talîbanê jêkirina serê wan mankenên li dikanan jî xwestiye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin