Li Ankara ji ber bê îzin xwepêsandanê kirin, 34 kesan xistin binçav
PeyamaKurd – Li payîtexta Ankara li Meydana Ulusê bi sedema grûbekî bê îzin ketin nav tevgerê, hêzên asayîşê 34 kesan xist binçav. Rêvebiriya asayîşa Ankara ragihand ku di wexta tevgerê de hişyarî dane grûbê û piştî polîs mudaxele kiriye, di derbarê wezîfedaran de lêpirsîna fermî dane destpêkirin.
Di çalakiyê de polîsan 34 kesan xistiye binçav. Li gor rêvebiriya asayîşa Ankara; bûyer weha bûye:
“Îro seet li dora 11.30an de li ber peykerê Ataturk yê Meydana Ulusê, grûbekî xwest çalakiyan bike lê me hişyariyê daye wan da tevgerê nekin û belav bibin. Ji ber grûb belav nebû, ast bi ast, me mudaxele kir û me 34 kesan xist binçav. Di dema çalakiyê de, ji ber bûyerên qewimîn, me di derbarê wezîfedarên xwe de lêpirsînê da destpêkirin.”
Li gor çapemeniya Tirkiyê; kesên çalakiyê kirine endamên Weqfa Furqanê ya Perwerdê û Xizmetêne. Hat ragihand ku dema serokê Weqfê Alparslan Kuytul ji aliyê asayîşa Ankara de xistine binçav, endamên Weqfê ji bo berdan û protestokirina binçavkirina Kuytul, li Ulusê xwepêşandan kirine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin