Hin kesan bi navê xwepêsandanê êrîsî baregehên Goran, PDK û YNKê kirin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro danê êvarê li bajarokê Pîremegrûn ê Silêmaniyê, hin kesan xwepêşandan kir û êrîş birin ser baregehên YNK, Goran û PDKê.
Di wêne vîdyoyên hatine belavkirin de xwepêşander li Pîremegrûn êrîşî baregehên YNK, Goran û PDKê dikin.
Li gorî ragihandina berpirsên PDK û YNKê xwepêşanderan êrîş birine ser baregehên wan ên li Pîremegrûnê û herwiha xwestina baregeha PDKê jî bişewitînin.
Herwiha hatiye ragihandin ku di destê hin kesên nav xwepêşandanê de, çek û di destê hin kesên din de jî molotof hebûn ku xwestin bavêjin baregeha PDKê daku bişewitînin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin