Li Hewlêr 4 hezar û 500 kesan ji bo Papa bibînin navê xwe tomar kirin
PeyamaKurd – Beriya serdana Papayê Vatîkanê Papa Francîs a Iraq û Herêma Kurdistanê ku biryare 5ê Adarê dest pê bike, tenê li Hewlêrê zêdetirî 4 hezar kesan navê xwe tomar kirine daku Papa bibînin.
Amadekariyên ji bo dîdara Papa Francîs li yarîgeha Fransiwa Herîrî berdewam dikin û 10 hezar kes dikarin li wê yarîgehê amade bibin.
Li piraniya bajar û bajarokên Iraq û Herêma Kurdistanê xelkê navê tomar kirine ji bo wê dîdarê û tenê li Hewlêrê zêdetirî 4 hezar kesan nave xwe tomar kirine.
Endamê Komîteya Merasîmê Rodî Kenar ji K24ê re gotiye: “Ji bo beşdariya di merasîma qidasê li Hewlêrê 4500 kesî navê xwe li Hewlêrê tomar kiriye. Li bajar û bajarokên din ên Kurdistan û Iraqê jî nav têne tomarkirin. Piştre kartekê dirust dikin, ji bo ew bikarin li yarîgeha Firansiwa Herîrî beşdarî merasîmê bibin.”
Rodîr Kenar got, “Ji bilî Xirîstiyanan, xelkê din jî dikarin bi rêya Komîteya Merasîmê daxwaza beşdarîya merasîmê bikin.”
Li gor bernameya hatiye ragihandin, Papa Francîs roja 5.3.2021an digihe Bexdayê, roja din jî serdana Necefê dike û ligel Merciê Bilind ê Şîeyan Elî Sîstanî dicive û ji wir serdana şûnwara Or dike.
Papayê Vatîkanê roja 7ê Adarê serdana Herêma Kurdistanê dike û li Balafirgeha Hewlêrê ya Navdewletî ji aliyê berpirsên bilind ên Herêma Kurdistanê û kesayetiyên olî ve pêşwazî lê tê kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin