Li Hewlêrê di heyama mehekê de 200 hezar kesan gestiyariya bajêr kirine

19 September 2020 12:07 0 dîtin
Li Hewlêrê di heyama mehekê de 200 hezar kesan gestiyariya bajêr kirine

PeyamaKurd – Nêzîkî 200 hezar geştiyar, di heyama mehekê de serdana navçeyên geştyariya sînorê Hewlêrê kirine û piraniya wan ji parêzgehên naverast û xwarê yên Iraqê ve hatibûn.

Rêveberê Geştûguzariya Hewlêrê Nêrîman Fazil diyar kir: ‘’Piştî hilgirtina qedexeya çûnûhatina di navbera parêzgehan û sivikkirina tedbîrên xweparastina li hember vîrusa Koronayê, hejmarek zêde ya geştiyaran, bi taybet jî li parêzgehên naverast û xwarê yên Iraqê ve, serdana navçeyên geştyariyê yên sînorê parêzgeha Hewlêrê kirin.’’

Herwaha destnîşan kir: ‘‘Ji 20ê Tebaxê ve heta 15ê Îlonê nêzîkî 200 hezar geştiyaran berê xwe dan seyrangeh û cîhên havînê. Bi wî awayî jî sektora turîzmê de tevgerekî baş çêbû û piraniya otêl û mêvanxane û xwaringeh tijî bûn ji geştyaran.’’

Nerîman Fazil da zanîn: ‘‘Tîmên rêveberiya geştûguzariya Hewlêrê, di rawestgehan de rênmayiyê didin geştyaran û karasanî bo wan dikin. Ev yek jî bi rêya belavkirina broşur û posterên taybet û danîna rêveberên geştyariyê li navçeyên geştyarî de pêk tê.’’