Li Batmanê bûyera kirêt a tecawizê: Navê 27 kesan derbas dibe ku polîs û lesker jî hene

06 December 2020 22:45 0 dîtin
Li Batmanê bûyera kirêt a tecawizê: Navê 27 kesan derbas dibe ku polîs û lesker jî hene

PeyamaKurd – Li gorî nûçeyên hatine belavkirin û li ser medya civakî jî ketiye rojevê, li gundekî navçeya Kercewsê ya bajarê Batmanê yê bakurê Kurdistanê, keçeke 15 salî dema çûye nexweşxanê ducanî derketiye û bûyera tecawizê eşkere bûye.

Li gorî nûçeyan keça bi navê P.O (158 salî) dema ji bo serêşê çûye nexweşxanê derketiye holê ku ducanî ye û destdirêjî lê hatiye kirin. Li gorî zanayiran heman keç di nav du salan de du caran ducanî bûye û ev agahî ji aliyê xelkê navçeyê ve jî tê zanîn, lê ji ber tirsê dengê xwe nekirine.

Di bûyera tecawizê de, li gorî îdiayan navê herî kêm 27 kesan derbas dibe ku di nav wan de polîs, leşkerên pispor, mamoste, muxtarê gund û hin kesên din jî hene.

Herwiha li gorî nûçeya Jin Newsê jî çend jinên din jî ji heman gundê Kercewsê fihûş bi wan hatiye kirin ku şofêrê atolyeya tekstîlê yê bi navê E.T ew jin bi polîs û leşkerên pispor re dane naskirin.

Piştî ku bûyer derket holê, serdozgeriya Komarî ya Kercewsê bi daxuyaniyekê îdiayên destwerdana 27 kesan red kir, lê behsa giliyê keça 15 salî P.O kir û got, keça mexdûr 12ê meha Mijdarê serî li dozgeriyê daye û gotiye, tecawizî wê kirine û ducanî bûye.

Serdozgerîyê diyar kiriye ku kesekî gumanbar hatiye girtin û ji bo dosyeya dozê biryara veşarîbûnê hatiye dayîn ku lêkolîna li ser bûyerê jî bi hurbînê berdewam dike.