Li Antakta cejna Aziz Petrus û Pavlus hat pîrozkirin

29 June 2024 20:44 0 dîtin
Li Antakta cejna Aziz Petrus û Pavlus hat pîrozkirin

PeyamaKurd – Li bajarê Antakya (Hatay) di 29ê Hezîranê de cejna Aziz Petrus û Pavlus hat pîrozkirin. Cejn, di dêra Saint Pierre de hat pîrozkirin. Di ayînê de aştî, hezkirin û diayên yekîtiyê hatin kirin û nanê hatiye pîrozkirin hat belavkirin.

Mesîhiyên Antakyayê her sal di 29ê Hezîranê de cejna Aziz Petrus û ya Pavlus bi giştî di dêra Saint Pierre de pîroz dikin. Dêra Saint Pierre di qûntara çiya de di şikeftekî de ye û belkî di dinyayê de dêra herî kevne.

Pederên Hatay û Dêra Ortodoksan ya bajarê Mersînê jî tevlî ayînê bûn. Ayîn ji aliyê serrahîbê Manastira Azîz İlyas ya li Beyrûdê, ji terefê Episkopos Konstantin Kayyal de hat îdarekirin.

Antakya an ku Hatay di dinyayê de ji bo Mesîhiyan ciyekî pîroze ji ber hewariyê Hz. Îsa Neccar li wê derêye û hem ji 12 Încîlan 4 ji wan li wê derê hatine bijartin. Hem ciyê ava ku Hz. Meryem xwe tê de şûştiye li Arsûs a navça Îskenderûnêye.