Li bajarê Bursayê agir bi fabrika boyaxê ket

06 June 2024 00:05 0 dîtin
Li bajarê Bursayê agir bi fabrika boyaxê ket

PeyamaKurd – Li Tirkiyê li bajarê Bursayê li navça Kestelê di fabrîkeyekî boyaxê de şewat derket. Li ser bûyerê tîmên îtfaiyê û AFADê çûn ciyê bûyerê. Hat gotin ku dibe ji ber şewatê Erdoğanköy vala bikin.

Di wexta vemirandina agir de 3 kes ji ber xaza boyaxê bi jehrê ketin. Tîmên AFADê li deverê dest bi lêkolînê kirin.

Tîmên vemirandina agir karibûn di 2 seetan de agirê depoya fabrîka boyaxê vemirînin.