Li Tirkiyê, agir bi daristana bajarê Bursayê ket û giha bajarê Balikesirê
PeyamaKurd – Li bajarê Tirkiyê li Bursayê li navça Büyükorhanê agir bi daristanê ket. Şewat di wexta nîvro de derket û giha heya navça Dursunbeyê gundê Adaörenê. Şewat giha heta ber ciyê jîngehê û di navbera wan de 1 km ma.
Li ser sînorê Bursayê navça Büyükorhanê û navça Dursunbey a bajarê Balikesirê, li taxên Osmanlar, Mazlumlar, Piribeyler û Adaörenê seet di 14.00an de şewata ku destpêkir, di demekî kurt de, bi bandora bayê belav bû.
100 alav, 17 arazoz, 7 alavên temamkirina avê, 3 helîkopter 12 alavên kar bi 350 xebatkaran ve ji bejayiyê û hewayê de dixebitin da agir vemirînin.
Ji ber şewat gihaye ber jîngehê û di navbera wan de 1 km mesafe maye, li ber navçan ji bo tedbîrê 3 taxan amade kirine ku tehliye bikin. Heya niha şewat dewam dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin