Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê zanyariyên dawî yên agirê daristanan eskere kir

04 August 2021 13:02 0 dîtin
Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê zanyariyên dawî yên agirê daristanan eskere kir

PeyamaKurd – Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu, di derbarê ziyanên agirê daristanan de axivî û diyar kir, şewat ji 28ê Tîrmehê ve berdewam e û heta niha li gelek cihan nehatiye kontrolkirin.

Suleyman Soylu do Sêşemê da zanîn: “Heta niha 543 avahî, 784 xanî, 114 axur, 64 cihên kar, 5 avahiyên mîrî zerar dîtine, hinek ji wan gelek zerar dîtine, hinek navendî û hinek jî kêm.”

Soylu herwiha destnîşan kir, li Muglayê ji 28 taxên li cihên çiyayî bi giştî ji ber metirsiyê ji 3 hezar û 219 malan 16 hezar û 603 kes hatine derxistin. Lê Soylu diyar nekir ka ew kesên ji malên wan tên veguhestin li ku tên bicîhkirin.

Wezareta Çandinî û Daristanan a Tirkiyê jî do eşkere kir, di 6 rojan de li 32 bajaran 152 agirên daristanan hatine kontrolkirin, lê li 6 bajaran agir berdewam e û hîn nehatiye kontrolkirin.

Hefteyeke agirê daristanên Tirkiyê berdewam e ligel ku li hinek navçeyan hatiye kontrolkirin.