Li bajarê Kayseriyê dê û 2 kurên wê ji ber jehra karbonmonoksîtê can dan

15 March 2025 19:33 0 dîtin
Li bajarê Kayseriyê dê û 2 kurên wê ji ber jehra karbonmonoksîtê can dan

PeyamaKurd – Li bajarê Kayseriyê li navça Melikgaziyê li taxa Selçukluyê, di bodroma apartmana 3 qat de, dê û 2 zarokên wê yên kurî ji gaza karbonmonoksîtê bi jehrê ketin û di malê de mirin.

Mirovên malbatê ku malbat ji Sûriyê ye, piştî demekî ji malbatê xeber nesitendin, çûn malê û derî vekirin. Dema derî vekirin dîtin ku dê M.A. û her dû zarokên wê yên bi navên D.A. û M.A. ji ber ji sobayê gaza karbonmonoksîtê derketiye derve û belavî nav odê bûye, bi jehrê ketine û jiyana xwe ji dest dane.

Piştî xeberê dan polîs û tîmên tendursitiyê û çûn ciyê bûyerê ew jî bi fermî tesbîtê kirin ku dê û her 2 kurên wê can dane.

Ji bo otopsiyê cenazan birin morga nexweşxana ya dewletê. Polîs, li ser bûyerê lêkolînan dike.