Bajarê Kayseriyê bûye hêlîna DEAS ê
PeyamaKurd- Hêzên asayîşê yên li dijî terorê li Tirkiyê li bajarê Kayseriyê operasyon kirin û di operasyonê de xuşkên berpisê DEAŞê yê ku li Tirkiyê ji komita koç û lojîstîkê berpirse yê bi navê kod Ebû Cafer hatin girtin. Di nava wan de wekî din jî endamên DEAŞê û mirovên Ebû Cafer hene.
Ji girtiyên gumanbar Reşîd Enikeev bi DEAŞê re hêjî têkildare û farmanan dide endamên DEAŞê. Di nava girtiyan de hemwelatiyên Rûsyayê, Sûriyê û yên Misrê hene. Piraniya girtiyan jin in.
Gelek caran hêzên li dijî terorê yên li bajarê Kayseriyê, li dijî DEAŞê operasyonan dikin û wisa diyare ku DEAŞ li Kayseriyê hêlîna xwe çêkiriye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin