Bûyera li Almanya li bajarê Solingenê DEASê kiriye
PeyamaKurd – Li bajarê Almanya li Solingenê di êrîşa bi kêrê ku 3 kes hatibûn kuştin û 8 kes tê de birîndar bûn ku 4 ji birîndaran rewşa wan xerab bû, DEAŞê girt ser xwe. Do li Solîngenê festîwala pîrozbahiya avakirina bajêr ya 650em bû, kesekî bi kêrê êrîş kiribû ser xelkê û kesên kuştî û birîndar ti têkiliyên wan bi hev nebûn. Lewra gumana polîs li ser kiryara terorê bû.
Bi îhtîmala ku têkiliya wî bi bûyerê heye xortekî 15 salî ji aliyê polîs de hatibû binçavkirin. Serdozgerê ku lêpirsînê dimeşîne Markus Caspers û ji rêvebiriya asayîşa Düsseldorfê Thorsten Fleiss û rêvebirê asayîşê Markus Röhrl, di derbarê bûyerê de agahiyan dan.
Fleiss got ku di êrîşê de 2 zilamên 67 û 56 salî û jinekî 56 salî mirine. 4 birîndarên giran, bi temamî 8 kes birîndar bûne.
Kêrên ku di bûyerê de hatine bikaranîn wekî delîl ketine dest. Kesê 15 salî ji ber “sûcê hatiye plankirin ranegihandiye” tê sûcdarkirin.
Nehat ragihandin bê DEAŞê çawa kiryarê girtiye aliyê xwe û daxwuyaniya DEAŞê çawaye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin