Li bajarê Meletiyê ‘pêsbirka mismisên herî bas’ hat kirin
PeyamaKurd – Bajarê Meletiyê û der û dora wê bi mişmişên xwe bi nav û denge. %80 pêdiviya dinyayê yê mişmişan li Meletiyê tê hilberîn. Di salê de bi deh milyonan dolar mişmiş îxracê derveyê welat dikin.
Ji ber vê taybetmendiya bajêr, her sal ‘pêşbirka mişmişên herî baş’ li Meletiyê çêdibe. Îsal 187 cotyar tevlî pêşbirkê bûn. Yên ketin derecê xelatan dan wan.
Şaredariya mezin û rêvebiriya çandiniyê û daristanan ya bajarê Meletiyê pêşbirkê amade kirin. Serokê jûriyê endazyarê bilind yê çandiniyê Nihat Gök, endamên jüriye endazayara bilind ya çandiniyê Yasemin Levent û cîgirê serokê borsa Meletiyê Erhan Almendi cîh girtin.
Qezenckirina pêşbirkê li gor gihîştin, saxlemî, taybetmendiya cûreyî, têkoşîna çandiniyê, reng, tam, bêhn û aroma mişmişan hat kirin.
Di kategoriya ‘Hacıhaliloğlu’ de ji navça Kale Adnan Altınok bû yekem. Ji navça Akçadaxê Hasan Genç bû duyem û ji navça Darende cotyar Murat Özdemir bû sêyem.
Di kategoriya ‘Kabaaşı' de ji navça Darende Adem Özdemir bû yekem, ji navça Doğanşehrê Ali Mete bû duyem û ji navça Battalgaziyê Fatih Kaya bû sêyem.
Xelatên wan ji aliyê işaredarê mezin Sami Er, cîgirê parêzgerê Meletiyê Talat Tabur û şaredarê navça Darende Alican Bozkurt de hatin dayîn.
Kesên ku di pêşbirkê de ketin nav 10 kesên ewilî, jenerator dan wan û alavên kesaxê dane temamê kesên ketin pêşbirkê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin