Li bajarê Wanê 18 çiyager hilkisiyan Çiyayê Erekê

16 December 2024 23:46 0 dîtin
Li bajarê Wanê 18 çiyager hilkisiyan Çiyayê Erekê

PeyamaKurd – Kuluba Sporê ya bi navê Doğa Vadi, li bajarê Wanê, 18 endamên wan yên çiyager, hilkişiyan Çiyayê Erekê ku bilindahiya wê 2.800 metreye. Hilkişandin 4 seet dewam kir û germahiya hewayê di bin sifrê de 8 pile bû.

Çiyager û wezîfedarên kulübe, bi erebeyan çûn taxa Kevenli û ji wê derê hilkişiyan çiya. Qaliniya berfê gelek zahmetiyê da çiyageran lê karibûn di zivistanê de ji bilindahiya Çiyayê Erekê temaşa bajarê Wanê bikin.