Li bajarê Wanê zarokê ku ket ava gola avdaniyê fetisî
PeyamaKurd – Li bajarê Wanê li navça İpekyoluyê, li taxa Değirmenköyê, xortê 15 salî yê bi navê Tarık Can Gezen ji bo xwe hînik bike ket ava gola avdaniyê. Piştî demekî ji ber çavên hevalê xwe wenda bû. Hevalê wî xeberê da 112an xizmeta lezgîn.
Tîmên noqavê yên şaredariya Wanê, yên AFADê, tîmên cendirmeyan yên noqavê li ciyê bûyerê piştî xebata bi 15 deqan karibûn xwe bigihînin cesedê Gezen.
Cesedê Gezen ji bo otopsiyê şandin Tiba Edlî.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin