Li bajarê Xarpêtê bi çek û kêran li hev xistin: 1 kustî û 2 birîndar

02 April 2024 20:34 0 dîtin
Li bajarê Xarpêtê bi çek û kêran li hev xistin: 1 kustî û 2 birîndar

PeyamaKurd - Li bajarê Xarpêtê (Elazığ), li taxa Rustempaşa li ser kolana Kazım Karabekir li ser sedemekî ku nayê zanîn di navbera du grûban de pevçûn derket. Munaqeşa navbera wan zêde dibe dest davêjin çek û kêran.

Di encamê de sê kes jî birîndar dibin. Li ser agahdarkirina hêzên asayîşê û tîmên tenduristiyê diçin ciyê bûyerê. Birîndaran dibin nexweşxanan ji bo dermankirinê. Ji birîndaran ye jê dimre ku navê nehat aşkerakirin.

Hêzên asayîşê sê kesên ku bûyerê kirine bi alavên wan yên sûc ve digrin û girtina îfadên wan yên li beşa cînayetê dewam dikin.