Li bajarê Batmanê TIR a miyan barkiribû qelibî û gelek mîh mirin

07 January 2023 21:01 0 dîtin
Li bajarê Batmanê TIR a miyan barkiribû qelibî û gelek mîh mirin

PeyamaKurd – Li bajarê Batmanê li navça Hezzo (Kozluk) li gundê Qehqecî TIRa ku miyan barkiribû, li ser erebe ji kontrola ajotvan derket, erebe wergeriya kenarê rê. Di encamê de gelek mîh mirin. Miyên mayî jî piştî erebe qelibî belav bûn.

Şahidên bûyerê xeberê dan cendirme û tîmên 112 ê. Ajotvan sivik birîndar bû û wî birin nexweşxana dewletê ya Hezzo. Lê xwediyê miyan ji aliyê maddî de gelekî zerarê dît. Cendirme miyên ku belav bûn wan dane hev û lêpirsînê da destpêkirin.