Li bajarê îzmîrê 47 koçberên qaçax hatin girtin
PeyamaKurd- Li bajarê Îzmîrê li navçeya Seferikoçhîsarê 47 kes xwestin bi botên nepixandî di rêya avê de herin Yûnanistanê lê ji aliyê hêzên asayîşa Tirkiyê ya peravên avê de hatin girtin.
Di botê de 14 kes ji welatê Kongoyê, 11 ji wan ji Afrîka navçe, 8 kes ji Somaliyê, 4 ji Maliyê, 4 ji Angola, 4 ji Çadê , 1 ji Kamerûnê û 1 ji Ugandayê bûn. Bi temamî 33 zilam, 12 ji wan jin û 2 heb jî zarok bûn.
Piştî nasnameyên wan diyar bûn, hatin teslîmkirin bo Rêvebiriya Bajêr ya Koçberan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin