Li Îzmîrê 241 koçberên qaçax hatin girtin

12 July 2019 00:18 0 dîtin
Li Îzmîrê 241 koçberên qaçax hatin girtin

PeyamaKurd- Li navçeya Îzmîrê li Çeşmeyê 241 koçeberên qaçax hatin girtin lê bi wan re 5 kesên ku karê qaçaxê dikin û wan bi pera derbas dikin Awrûpayê jî hatin girtin.

Li gor ragihandina alaya cendirmeyan ya Îzmîrê; tîmên cendirmeyan agahiya koçberên qaçax girtine ku dê derbasî Awrûpa bibin. Ji wan 210 kesan girtine lê hinek ji wan li botan siwar bûbûn da herin Awrûpayê. Asayîşa gumrikê ya peravên behrê, li ser behrê, di nava botan de 31 koçberên din girtin ku rêjeya wan dike 241 kes.

5 kesên ku karê qaçaxiyê birêve dibin hatin girtin û ewraqên wan yên di bin çav de tên amadekirin.