Li bajarê Meletiyê di însaatê de vinç wergeriya: 3 mirî û 2 birîndar
PeyamaKurd – Li bakûrê Kurdistanê li bajarê Meletiyê li navça Yeşilyurtê li taxa Bostanbaşıyê di seha înşaatekî de vinç wergeriya û ket ser karkerên înşaatê. Di encamê de 3 karker jiyana xwe ji dest dan û 2 karker giran birîndar bûn. Sedema ketina an ku wergerandina vîncê diyar nîne. Karkerên bi navên Fatih Kızılkaya, Mesut Gündoğan û karkerekî ku navê wî nehat zanîn jiyana xwe ji dest dan û 2 karker jî giran birîndar bûn.
Li ser agahdarkirina tîmên tenduristiyê, polis û îtfaiyê, çûn ciyê bûyerê. Birîndaran birin nexweşxaneyên cuda yên bajêr. Parêzgerê Meletiyê Hulusi Şahin û şaredarê Yeşilyurtê Mehmet Çınar çûn ciyê bûyerê û agahî sitendin. Lêpirsîna bûyerê dewam dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin