Li bajarê Qersê êrîsê otomobîlê kirin: 2 bira mirin

05 August 2023 17:32 0 dîtin
Li bajarê Qersê êrîsê otomobîlê kirin: 2 bira mirin

PeyamaKurd – Li bakûrê Kurdistanê li bajarê Qersê li taxa an ku gundê Aydınlıkevler ku navê gund yê Kurmancî nehat zanîn, 4 kes bi çekan li otomobîla ku di rêya xwe de diçû xist û di encamê de 2 bira can dan, birayê din û ajotvanê otomobîlê birîndar bûn. Gumanbar piştî ku hêzên asayîşê li qeydiyên kamerayan yên 50 seetan nihêrtin, gumanbaran girtin.

Bûyer di 30yê Temmûzê de çêbû ku tê de 4 kes birîndar bûn û yek ji wan ajotvanê erebê bû. Piştî tîmên tenduristiyê çûn ciyê bûyerê, her 4 birîndaran bi ambûlansan biribûn nexweşxanê lê 2 bira yên bi navên Ö.B. û N.A.B. jiyana xwe ji dest dabûn.

Tedawiya her dû birîndarên din dewam dike. Polîsê Qersê bi kamerayan tesbîta ereba kujeran kirin û fêm kirin ku her 4 kes ji derveyê bajêr çûne Qersê û ereba bikaranîne îcar kirine.

Ereba ku îcar kirine, demançeyekî, hebekî AK-47 tiving û gelek fişek li navça Sariqamîşê di daristanê de veşartî hat dîtin. Her 4 êrîşkeran li navça tercana bi ser bajarê Ezirganê, di operasyonê de hatin girtin û wan birin Qersê. Piştî îfadên wan sitendin wan birin kontrola tenduristiyê û ji wir jî birin zîndanê.