Li Barzan ji bo berhemanîna elektrîkê nêzî 4 hezar panelên rojê hatin danîn
PeyamaKurd - Li navçeya Rêzan a devera Barzan stasyona herî mezin a berhemanîna elektrîkê ya ji tîrêjên rojê hat danîn. Ji bo projeyê zêdetirî 3 hezar û 840 panelên wergirtina tîrêjên rojê hatin bikaranîn.
Endezyar Cemal Ebdullah ku serperiştiya projeyê dike, ji K24ê re daye xuyakirin, “Ev proje ji 3 hezar û 840 panelên komkirina tîrêjên rojê pêk tê, ku gelek alîkariya jîngehê dike li vê deverê.”
Cemal Ebdullah got: “Ji bo hinek projeyên geştyarî ku li vê derê hatine çêkirin, me xwest ev proje xizmeta jîngeha deverê bike, ku bi awayekî rasterast elektrîka wê ya zêde diçe nav elektrîka niştimanî.”
Ebdullah diyar kir ku eger bixwazin vê elektrîkê bi rêya jenerator û gazê berhem bînin, nêzîkî 800 ton CO2 diçe nav jîngehê, ku bandoreke xirab li ser deverê dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin