Li Basîqê êrîsa mosekî li navenda Artêsa Tirk hat kirin
PeyamaKurd-Li herêma Başîqê ya nêzîkî Mûsilê, êrîşeke moşekî li navenda leşkerî ya Artêşa Tirk hat kirin. Agahiyên di derbarê êrîşê de ji aliyê Kurdistan Antî Teror ve hatin parvekirin.
Hat zanîn ku bi 6 moşekan êrîş hatiye kirin û 3 moşek nêzî navenda leşkerî ya Artêşa Tirk a Zilêkanê ketine. Li gorî ahagiyên hatine bidestxistin, moşek ji derdora Gundê Drawîşê hatine avêtin. Hat zanîn ku di êrîşê de ziyanên canî çênebûne.
Di destpêka vê mehê de di nav hefteyekê de dîsa 2 êrîşên moşekî li vê navenda leşkerî ya Artêşa Tirk a Zilêkanê hatibûn kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin