Li Batmanê 7 nexwesên koronayê di dora nexwesxanê de mirine
PeyamaKurd - Hevserokê Sendîkaya Kedkarên Tenduristîyê û Xizmeta Civakî (SES) Şaxa Batmanê Deniz Topkan ragihand ku di nexweşxaneyan de cih ji kesên bi vîrusa koronayê ketine re nemaye û got, 7 nexweşên koronayê di dora nexweşxaneyê de wefat kirine.
Hevserokê SESê ya Şaxa Batmanê Deniz Topkan li ser rewşa nexweşiya koronayê li Batmanê ev agahî dan: “Tedbîrên pêwîst nehatine wergirtin û rojane hejmara pêketiyan zêde dibe. Niha hejmara pişkinînên koronayê di rojekê gihîştiye 700î. Nîvê pişkinînan pozîtîv derdikevin. Heta niha 15 hezar test li bajarê me pozîtîv bûne.”
Deniz Topkan got ku niha li nexweşxaneyên Batmanê cih ji nexweşên koronayê re nemaye û wiha axivî:
“Li vî bajarî gelek kêmasiyên sîstema tenduristiyê hene. 7 nexweş di dema dora nexweşxaneyê de berî ku doktor wan bibîne, jiyana xwe ji dest dan. Her çiqas nexweşxaneya 350 textî ya Batmanê niha kirine 450 text jî têr nake.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin