Agir bi nexwesxanê ket û 10 nexwesên Kovidê mirin
PeyamaKurd – Li welatê Hindistanê li eyaleta Maharaştra li bajarê Ahmednagarê li nexweşxaneyekî di beşa ku nexweşên Kovid-19 ê tê de dihatin dermankirin şewat derket û di encamê de 10 kes mirin. Agir li gor wextê Hindistanê siet di 11.00 an de derket.
Di şewatê de nexweşekî birîndar bû û 6 nexweşan şandin nexweşxanên dinê. Serokwezîrê Maharaştrayê Uddhav Thackeray ragihand ku li ser derketina şewatê fermana lêpirsînê daye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin